JÎNENÎGARÎ

Emîn Akbaş by Rainer Jysch
Emîn Akbaş by Rainer Jysch

Emîn Akbaş di sala 1960î de, li gundê Şimiza  girêdayiyê navçeya Qubînê ye, ji dayîk bûye.  Xwendina xwe ya serateyî li gundê xwe, ya dibistana navîn li Qubînê, lîse jî li Wêranşara Rihayê biriye serî. Di sala 1980yî de Înstîtûya Perwerdeyiyê ya Amede qedandiye. Heta derketina xwe ya Ewrûpayê qasî heft salan li dibistanên navîn û lîseyên cûrbecûr yên Erzerom, Qereyazî, Şenqeya, Wêranşara Rihayê û gundê Keverzoya Jêrîn yê girêdayî navçeya Qubînê mamosteyî kiriye. Wî ji sala 1993an heta 1996an serokatiya Yekîtiya Êzdiyan û çend salan jî serokatiya Yekîtiya Mamosteyên Kurd, YMK kiriye. Ew ji damezirandina Yekîtiya Mamosteyên Kurd ve di nav kar û xebatên YMKê de ye. Emîn Akbaş yê yek ji mamosteyên kurdî yên cara yekemîn li Elmanyayê fermî hatiye tayînkirin e, ji sala 1993an ve li dibistanên Bremenê dersên zimanê dayîkê-Kurdî û ji semestra havîna sala 2013an ve jî li Zanîngeha Bremenê dersên kurdî wek zimanê yekem dide.

ÊzîdîPress: Birêz Mamoste Emîn, hûn dikarin bêjin ku hûn kengî û çima ji welat koçber bûn?

Emîn Akbaş: Ez di sibata sala 1989an de, tevî malbata xwe ji ber sedemên zilim û neheqiyên olî, netewî û siyasî ji Kurdistana Bakur koçber bûm.

ÊzîdîPress: Hûn çawa fêrî rêzimana zimanê kurdî bûn?

Di dawiya perwerdebûna bi zimanê kurdî de xwendekaran gotarên xwe pêşkês kirin.
Di dawiya perwerdebûna bi zimanê kurdî de xwendekaran gotarên xwe pêşkês kirin.

Emîn Akbaş: Di sala 1974an de, gava hîn min lîse dixwend, bi derfetên dizî ez fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bûm. Lêbelê di derbarê hînbûn û pêşdexistina zanîna xwe ya rêzimana zimanê kurdî de, derfetên min çênebûn. Cara ewil di salên 1991-92an de li Zanîngeha Bremenê derfet hat bidestxistin. Ez bi kêfxweşî beşdarî van kursên ji aliyê zimanzan Dr. Zerdeşt Haco ve dihatin dayin bûm û bi vî awayî fêrî rêzimana zimanê kurdî bûm.

ÊzîdîPress: We kengî wek mamosteyê kurdî dest bi perwerdekirina zimanê kurdî kir?

Emîn Akbaş: Min di sala perwerdehiyê ya 1992-93an de, wek mamosteyê kurdî û bi awayekî fermî li Bremenê, li dibistana Schule Am Wasser ya îsal me 20 saliya wê pîroz kir, dest bi dana dersên kurdî kir.

ÊzîdîPress: Hûn vêga li çend dibistan û zanîngehan dixebitin?

Emîn Akbaş: Ez di vê sala perwerdehiyê de li pênc dibistanên seretayî yên Bremenê dersên zimanê dayîkê-Kurdî û hefteyê çar saetan jî li Zanîngeha Bremenê dersên kurdî wek zimanê yekem didim.

ÊzîdîPress: Li gorî dîtina we kursên zimanê kurdî yên di vê semestra dawî de li Zanîngeha Bremenê hatin dayin çiqas serkeftî bûn?

Emîn Akbaş: Li gorî dîtina min, her çiqas hijmara beşdaran li gorî hijmara xwendevanên kurd yên li Zanîngeha Bremenê dixwînin hindik bû jî, nêzîkatî û qalîteya beşdaran gelek baş bû. Lêbelê di warê hijmara beşdaran de, hêviya min dikir pêknehat.

ÊzîdîPress: Di vê semestira dawî, ango di ya zivistanê de çend xwendevan beşdarî kursan bûn?

Emîn Akbaş: Tu jî dizanî, ku zêdeyî 50 xwendevanên kurd li vê zanîngehê dixwînin. Lêbelê bi tevahî 16 xwendevanan xwe li herdû kursan nivîsand bû. Ji van 16 kesan tenê 10 kes beşdarî kursan bûn.

ÊzîdîPress: Li gorî dîtina we, çima hindik xwendevan beşdar bûn?

Emîn Akbaş: Sedem em kurd bi xwe ne. Mixabin hê jî em fêrî giringiya perwerdehiya zimanê xwe nebûne. Gava maf tine, em daxwaz dikin, gava maf tê dayin em lê xwedî dernakevin. Hûn xwendevan bi xwe bûn şade, ku him rêveberiya zanîngehê û him jî rêveberiya Navenda Zimanên Biyanî (Fremdsprachenzentrum) ji bo berdewamkirina kursên kurdî çiqas dilxwaz e. Mafê li vir hatiye dayin, eger em başûr ji nav derînin, ne li Kurdistanê ne jî li Zanîngehên din yên Almanyayê heye.

Hûn dibînin, ku kursên kurdî ji bo xwendevanan bêpere ne. Hemû misrefên kursan ji aliyê Navenda Zimanên Biyanî ve tên dayin. Xwendevanên beşdarî kursekê dibin 3, yên beşdarî 2 kursan dibin 6 xalên krêdiyê werdigirin. Ji xeynî wê ew pelgeya fermî ya asta zanîna zimanê kurdî jî werdigirin. Bi rastî jî, ez di warê fêmkirina sedemên nêzîkatiya xwendevanên kurd yên beşdarî dersan nabin de gelek zahmetî dikşînim. Ez fêm nakim, ewqas berjewendiyên xwendevanan tê de hene jî çima nêzîkatiyeke tê xwestin diyar nakin. Heta roja îro xwendevanan, wek sedemên beşdarnebûnê tenê „dana dersan di saetên sibehê de“ şanî dane. Ev yek jî ne sedem e. Divê beriya hertiştî ew xwe li kursê binivîsin. Gava ew xwe binivîsin, derfet hene ku em saetan li gorî daxwaziya piraniya beşdaran bigûherin.

ÊzîdîPress: Parastina zimanê kurdî li diyasporayê, ango li dervayê welat çima giring e?

Emîn Akbaş: Parastina zimanê kurdî ne tenê li diyasporayê, him li welat û him jî li dervayî welat, li her deverê girîng e. Pêwiste kurd li herderê zimanê xwe fêrbibin û fêrbikin, bixînin û binivîsin. Kurdên zimanê xwe bikarnaynin an jî nizanin, xetera wan ya pişaftinê û dûrketina ji rastiya nasnameya xwe ya netewî ji ya kesên zimanê xwe bikartînin zêdetir e. Ev xeterî ji bo kesên di bin mercên pênaberiyê de, li diyasporayê dijîn hîn zêdetir e. Kesên bixazin xwe li himberî pişavtinê biparêzin, divê di serî de zimanê xwe bikar bînin. Di warê siyasî, çandî ûhwd. de zimanê xwe bikar bînin. Eger em vê yekê pêk neynin, emê di nav civakên serdest yên em di nav wan de dijin de bihelin. Wekî din jî, di warê perwerdehiyê de, bi awayê zanistî hatiye îspatkirin, ku kesê zimanê xwe baş dizane, dikare zimanên biyanî jî hêsan fêrbibe. Ji ber van sedemên hatin rêzkirin, fêrbûn û bikaranîna zimanê kurdî gelek girîng e.

Bêşdarvanên kursê guhdarî gotarên bi zimanê kurdî ji aliyê xwendekaran bûn.
Bêşdarvanên kursê guhdarî gotarên bi zimanê kurdî ji aliyê xwendekaran bûn.

ÊzdîPress: Li gorî dîtina we civaka êzdî di parastina çand û zimanê kurdî de rolekî çawa leyîstiye û dileyîzê?

Emîn Akbaş: Bê pesindan, êzdiyan di serî de ziman, gelek nirxên kurdan yên netewî parastine û heta îro anîne. Ji ber ku şêweya jiyan Êzdiyan, ziman, çanda hûnerî, çanda xwarinê, libas, dawet û hwd. yên êzdiyan kurdî ne, mirov dikare bi hêsanî bêje, ku kesên êzdiyatiyê diparêzin bi vê yekê re nirxên kurdan yên netewî jî diparêzin. Zimanê kurdî jî, ji bo parastin û pêşdexistina êzdiyatiyê mercê sereke ye. Ji ber ku piraniya qewl, diha û beytên baweriya êzdiyatiyê bi kurdî ne, mirov dikare bêje, ku êzdiyatî dikare tenê bi kurdî bijî.

ÊzîdîPress: Birêz Mamoste Emîn, em wek Êzdi Press dibêjin sipas ji bo kar û xebatên we yên giranbûha û bersivên we yên binirx. Wek peyva dawî hûn dikarin çi bibêjin?

Emîn Akbaş: Ez jî, ji bo nêzîkatiya Êzdî Press ji min û kar û xebatên min yên perwerdeyiyê re diyar dike, ji te û hemû xebatkarên wê re sipasiyên xwe pêşkêş dikim. Wek peyva dawî, ez dikarim bibêjim, ku tevî hin kêmasiyan, me bi saya piştgirî û nêzikatiya erênî ya rêveberiya Zanîngeha Bremenê, Navenda Zimanê Biyanî û herwiha xwendevanên beşdarî kursên kurdî bûn, semestra zivistanê jî bi wayekî serkeftî li pey xwe hişt. Ez ji bo hemû kes û saziyên ji bo vê serkeftinê hêz, alîkarî, piştgirî û ked dan, ji dil û can sipas dikim. Ez hêvîdar im, ku emê vî mafê hatiye destxistin û derfetên hatine dayin, bi berpirsiyariyeke mezin biparêzin û ji bo pêkanîna kursên hîn dewlemendtir têkevine nav hewldanan, di ser malpera „www.fremdsprachenzentrum-bremen.de“ bi hindikayî xwe li kursekê binivîsin û hevalên xwe bidine nivîsandin.

Ji bo zahmetê te jî, ez te sipas dikim û di karên te de serkeftinê dixwazim.