Shingal7
Şingal piştî rizgarkirinê

Şingal. Wezîrê karê derve yê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier di serdana xwe ya Iraqê de soza alikariyê ji bo nûavakirina bajarên rûxandî da. Li Bexdayê Steinmeier tevî Heyder Abadî hevdîtin pêk anî. Li gorî nûçeyeke rojanama almanî Süddeutsche Zeitung (SZ), Steinmeier soza xwe dubare kir ji bo alîkariya Almanyayê di nûavakirina bajarên ku ji destê terorîstên Dewleta Îslamî hatin rizgarkirin.

Li gorî birayekî nû, qasî 20 Milion € wê ji bo nûavakirina bajarê Şingalê bê dayîn. Ev bajar bêtirî salekê di bin kontrola Dewleta Îslamî de bû, piraniya avahiyên bajêr niha rûxandî ne. Bo nûavakrina tevahiya Şingalê bi temamî bi sedan milion Euro pêwîstê.

 

@ÊzîdîPress, 08.12.2015