Gerb_final_send-2-Duhî deng gihîşte me ku komandarê êzdî yê HPŞ Heyder Şeşo ji aliyê Asayîşê herêma Kurdistanê hatiye girtin. Heyder Şeşo ji rojên yekemîn yê fermana êzdiyan li Şengalê dijî DAÎŞ şer dike û miletê belengaz diparêze. Ew bûye parêzvanê ne tenê Şengalê, lê ya seranserê Êzîdxanê û şerefa miletê êzdî.

Îro ew sembolê berxwedana êzdiyane, û bi vî terzî, ew lîderê miletê xwe ye. Ew mecbûr bû rabe ser piya û miletê xwe biparêze, çimkî kesên ku berpirsyarê parastina miletê Şengalê bûn miletê belengaz hîştin û vekişyan. Binçavkirina Heyder Şeşo daxeke mezin li dilê miletê êzdî daye, û wek em dibînin, her êzdiyekî wek bêhurmetkirina xwe hesibandiye, wek binpêkirina mafê her welatiyekî dibîne.

Em hesab dikin, ku girtina Heyder Şeşo şaşî ye û rewşa li welat û pêkvajiyana bi aşitî ya êzdiyan tevî piraniyê li Kurdistana Îraqê aloztir dike. Girêdayî vê yekê, em bangî desthilata Kurdistana Îraqê dikin ku lîderê êzdiyan Heyder Şeşo û hevalên wî bên azadkirin daku rê li ber zirarkirin û birîndarkirina aştiya navxweyî bigere.

Azadiya Heyder Şeşo azadiya her êzîdiyekî û her mirovekî birûmet e!

Tbîlîsî/Gurcistan 07.04.2015