PressMBaveSheikhBasNews[L]alish. Bavê Şêx (Şêx Xeto) bi beyaneke nivîskî da zanîn ku wî tu hevpeyvîn bi BasNews re nekiriye û ku tiştên BasNews li ser navê wî weşandiyê, hemû derew in.

BasNews nûçeyek weşandibû, li gorî wê nûçeyê Bavê Şêx û Civata Ruhanî bi tevayî, li dijî otonomiya Şingalê derdikevin. BasNews ku ji aliyê PDK tê fînanskirin îdiya dikir ku Bavê Şêx gotibû: “Em wek Encûmena Rûhî ya Êzdiyan ti demekê ne ligel hebûna kantonekê li Şingalê bûn û berî niha jî me helwesta xwe bi fermî derbarê hêzeke din ji bilî Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan daye”.

BasNews herwiha îdiya dikir kû Bavê Şêx wan kesan yên dixwazin li Şingalê kantonek ava bikin gotiye ew jî weke DAIŞ dibîne.

Di şerê medyayî di navbera PDK û PKK de, medyayên nêzî PDK weke Rûdaw û BasNews bi awayekî tundî hewl didin kesayetên êzîdî, çi siyasî çi dînî bin, bi kar bînin û bi wan re propaganda xwe bimeşînin. Berî demekî Rûdaw desthiladariyê PKK li Şingal dişiband dîktatoriya Kim Jong-un ya li Korea Bakur û bi karîkatûran weke tiştekî xirab nîşan da.

Bavê Şêx got ku ew û Civata Ruhanî karê xwe tevlî siyasetê nakin û di pirsa pêşeroja Şingalê de tenê girîngiyê didin xwestina azad ya xelkê Şingalê bi xwe.

© ÊzîdîPress