2
Sîdarê Îgor Aloyan 1996 – 2015)

Di şeva 18ê Kanûnê de li ser sînorê Ermenîstanê û Azerbaycanê di şerê Krabaxê de eskerekî Êzîdî jiyana xwe ji dest da. Sîdarê Îgor Aloyan, ku di sala 1996an de li gundê Elegezê çê bûye, di êrîşeke eskeriya Azerbaycanê de bi giranî birîndar bû û jiyana xwe ji dest da. Sîdar kurê mezin di malbatê de bû. Endamê federasyona Karatê Têkvandû bû.

Nakokiya ji bo Karabaxê di navbera Ermenîstan û Ayerbazcanê de bi tûndî berdewam e. Di pevçûnên ser sînor de ji herdu aliyan esker tên kuştin û birîndar dibin.

Mediyayê ermenî bi berfirehî behsa wî dikin. Li ser tora civakî gelek ermenî xemgîniya xwe tînin ziman û qala dostaniya herdu miletan dikin.
Gelek ermenî tînin ziman, ku di dîroka herdû miletên cînar êzîdî û ermenî de, tu caran nakokîyên miletî yan îdeolojî derneketin. Berovajî vê yekê, wan gelek caran bi hevre hemberî dijminekî şer kirin, wek mînaka ber Jangîr Axa yê êzîdî û Andranîk Paşa yê ermenî li dijî êrîşa Osmaniya.

1
Sîdarê Îgor Aloyan (ji aliyê rastê yê duyemîn)


© ÊzîdîPress, 19.12.2015