EskerênTirk
leşkerên tirk (RBS)

Başîqa. Êvara înê leşkerên Tirkiyê sînorê Iraqê derbas kirine û kentine gundê êzîdiyan Başîqa. Li gorî nûçeyên medya tirkî qasî 1.200 leşker û 25 tank ji Tirkiyê derbasî Iraqê bûne û bingehek leşkerî li Başîqa ku bi ser Mûsilê ve ye, ava dikin.

Li gorî nûçeyek Rûdawê, berpirsê Pêşmerge li Başîqê Behram Erîf Yasîn vê nûçeyê derewan û gotiyê ku leşkerên tirk neketine iraqê û hemû propaganda ye.

Ajansa nûçeyan Reuters li ser agahiyên xwe yên ji berpirsên ewlehiyê yên emerikî ragihand ku haya Emerîka ji hatina lêşkerên tirk heye, lê ev ne beşek ji bernameya wan a hevpeymaniya navdewletî ye. Ji ber vê jî ihtîmal ew e ku di navbera hikumeta herêma Kurdistanê û Tirkiyê lihevkirinek heye. Di paşerojê de jî hêzên “Borda Berediler” ên tirkî ku di nav Kurdên Tirkiyê wek “qatîlên kurden” tên naskirin, perwerdeya Pêşmergeyan kirine. Partiya desthilat a herêma Kurdistanê PDK peywendiyên xwe yên nêzîk ên aborî bi Tirkiyê re hene, heta medyayên nêzîkî PDK banga dendayîna ji bo AKP kirine.

Pêşmergeyekî êzîdî jî êzîdîpress re nerazîbûna xwe ji bo hatina leşkerên tirk aniye ziman lê naxwaze navê wî bê dayîn. Tirkiyê deverên PKK li Iraqê bombe dike li ku jî hêzên PKK di tebaxa 2014 bi vekirina korîdorek ji bo êzîdiyên dorpêça Dewleta Îslamî şkênandin. “Ev bombe û eskerên tirk di tebaxê de li ku bûn gava DAEŞ êrîşî me kirin?”, jineke êzîdî ji Şingalê dipirse. Ev serê çend hefteyan li çend bajarên kurdan de di navbera hêzên PKK û lêşkeriya tirk şer heye û gelek sivîl tê de jiyana xwe ji dest dane.

Serokwezîrê iraqê Heyder al-Abadî li gorî televîziyona nûçeyek al-Iraqiyê xwestiyê ku leşkerên tirk bi lez ji iraqê derkevin. Wezîrê karê derve yê iraqî Ibrahim al-Jefarî jî hatina leşkerên tirk rexne kiriye. Wezareta karê hundir di beyaneke xwe da ragihand ku “divê Tirkiyê rêz ji serxwebûna Iraqê re bigre û bi lez ji Iraqê derkeve”.

@ÊzîdîPress, 05.12.2015