dassBûyarên Şengalê, komkujîya êzdîya, bi namûsa keç û jinên êzdîyan re lîstin, frotana keç û jinên êzdî li bazarên kola, peneberên ku serê çîya Şengalê tî û birçî, ber germa havînê canê xwe didan… Van bûyaran seranser Kurdistan hejand, li seranser cihanê deng dan.

Bawerîya êzdîya bi pêşmerga nema, bawerîya êzdîya, ku hukumata Herêma Kurdistanê wê rojên giran wan biparêze, nema. Û derdê ser derda; bawerîya êzdîya bi çiranên wane musulman nema, ku bi gelekan re dost û kirîv bûn. Êdî çawan ser vê axê bijîyî?

Bê bawerî jî meriv nikare bijî û piranîya êzdîyên Başûr rêya koçberîyê dane ber xwe. Her tiştî dikin, wekî rojekê zû ji wê dojehê rizgar bin, xwe bigihînne welatekî Avropa.

73 fermanê serê êzdîya çiqwas jî nehatibûn ji bîra kirin, birînên dilê êzdîxanê bûn, lê êdî birînê kew pê hatî bûn, bibûne bîranînên tal.

Lê ya Şengalê, ya 74 emîn , em ê bi xwe re bibin gorê. Ji vê birînê hê gelek sal xwîn ê biherike. Gelek nifşên du me tên, wê bi vê birînê bikewgirin…

Li Rojhilata Kurdistanê êzdî nemane, V. Minorskî sala 1905 an, li devera Urmîyê rastî gundekî êzdîya tê, lê niha ew jî nemaye.

Li Bakûrê Kurdistanê dor 400-500 êzdî mane, ew jî piranîya wan kal û pîrin. Van salên dawî hinek êzdîyên Bakûr xwestin dîsan vegerin ser werê kal û bavên xwe, lê xelkê cîh dest dane ser mal û milkê wan û rê nedan ew vegerin.

Êzdîyên Rojava jî bi piranîya xwe ve ji welêt derketin.
Piştî têkçûna Yekîtîya Sovêt, êzdîyên Ermenistan û Gurcistanê jî dero-dero bûn.
Hêvîya me Başûr bû, bi taybetî van salên dawî. Em bawer bûn, êzdî û parêstgehên wan wê bên parstin. Gelek êzdîyên Avropa û Yekîtya Sovêta berê, wê hêvîyê bûn, wekî wê rojekê vegerin welatê kal û bavan.

Lê bûyarên Şengalê bawerî kuştin, hêvî beravêtî kirin…
Û îro berê êzdîyên Başûr li koçberîyê ye. Eger êzdîyên Başûr jî koçber bibin, seranser êzdîxane wê berê xwe ji Kurdistanê biguhêze. Dengê wan kesên ku kurd û Kurdistanê ji êzdîyan re dijmîn dibînin, wê bibe serdest. Êdî niha gelek kes ji min re têlêfon dikin, dibêjin: “Ne we digot êzdî kurd in, Kurdistan welatê me ye. Lê ev çawan bû, wekî ew zulm û zor anîn serê êzdîya û kesî ew ne parastin?” Bersiva wan bal min tune.

Bawerîya, ku Kurdistan welatê bi pêk ve jîyanê ye, ew jî wê bimre.
Ji bo piranîya êzdîya koçber nebin, êzdî Lalişa Nûranî, miskenê kal û bavê xewe, yê dawî, bêxweyî nehêlin, dibê programeke hukumata Herêma Kurdistanê ji bo êzdîya hebe û îro ew program bê eşkere kirin. Sibê wê dereng be. Gava piranîya êzdîyên Başûr ji welêt derketen, êdî pêvîstya wê programê wê nemîne. Dema dereng bû, ev jî wê bibe sebebekî bêbawerîyê.

Parasina êzdîya li welatê kal û bavan, erkekî netewî ye û di vê pirsê de, gerekê rêxistinên kurdaye sîyasî û civakî, rewşenbîr û sîyasetmedarê kurd rola xwe hebin.

TOSINÊ REŞÎD

08.09.2014