Şervanê Hêza Parastina Şingal li Şingal
Şervanê Hêza Parastina Şingal li Şingal

.
Şingal. Bi daxuyanîkî medyayî fermandarên pêşeng yên Hêzên Parastina Şingalê (HPŞ) beyanek weşandine derbarê îdiyayên teze ji aliyê wezareta Pêşmergeh. Berî çend rojan nûçegeha nêzîkî hikumeta herêma Kurdistanê Rûdaw diyar kir ku şervanên êzîdî niha “bi fermî” di bin wezareta Pêşmergeh da ne û ji niha şûnde wek Pêşmergeh şer dikin. Li gorî Rûdawê, şervanên êzîdî bi daxwaza xwe ya azad vî tiştî kirin.

Ku şervanên HPŞ niha bi fermî wek “Pêşmergeh” li Şingalê şer dikin, serfermandarên HPŞ di daxuyaniya xwe de wek “derew” bi nav dikin. Hezên Parastina Şengalê “serbixwe” şer dikin û ne di bin fermandariya wezareta Pêşmergeh de ye. Ku hin şervanên êzîdî wek takekes xwe wek Pêşmerge bi nav dikin, pirsek şexsî ye. Ji bo biryarek fermî ti beyanek hevbeş ji aliyê heft fermandarên hêzên êzîdî tuneye.

“Em wek êzîdî bêtirî çar mehan serbixwe li dijî Dewleta Îslamî (DÎ) şer dikin ji bo parastina şeref û welatê xwe, rûmet û namûsa xwe. […] Di nav van buyeran de Hêzên Parastina Şingalê wek yekînîyek serbixwe ya êzîdî hat damezrandin, di vir de em tu bazaran nakin û em ê serbixwe bimînin. Mafê êzîdiya yê rewa ye ku piştî 74 fermanan hêzek xweparastinê damezirîne. […]”.

Herwiha serokatiya HPŞ ragihandina Rûdaw bi giştî rexne dike, û ku siyasetê dike û bi zanebûn agahiyên ne rast diweşîne. Pêbaweriya Rûdawê li gorî wan di şik û gûmanê de ye, bi taybetî ji ber nûçeyên wan yê dubare ya ne rast ku ziyareta Şerfedîn hatibe rûxandin (1, 2). Li gorî fermandarên HPŞ, Rûdaw eşkere nûnertiya nêrînên siyasî dike, ku di ragihandina wan de diyare.

Erkê sereke yên HPŞ parastina Şingalê ye. Ji bo vê yekê hevkariya bi leşkeriya iraqî û Pêşmergeyên kurdî ra gengaze. Lê wek Hêzên Parastina Şingalê meriv tenê nûnertiya berjewendiyên êzîdiyan û parastina dînê wan dike. Ew 10.000 Pêşmerge ku divêt Şingal biparastana, di 3. Tebaxê de revîne û milet tenê hiştin, beyana HPŞ diyar dike. Ji ber vê reva Pêşmerge terorîstên îslamî dikarîbûn bi hezaran kesên zivîl bikujin, 7.000 jin, zarok û kec birevînin û 400.000 mirov derbider bikin.

Ev çend meh in şerek siyasî derbarê deverên Şingalê tê meşandin. Sistbûna alîkariya ji aliyê hikumeta herêma Kurdistanê sebebên xwe di vî şerî de ne. Berî çend hefteyan Barzanî digot ku Şingal û PDK bê hev nabin û herwiha êzîdî û PDK bê hev nabin. Gefxwarineke rasterast ji bo êzîdiya, eger ew hikmê PDK û Wezareta Pêşmergeh ser xwe qebûl nekin û serbixwe bimînin.

Herwiha Rûdaw behsa 1.500 şervanên êzîdî dike, ku di du mehên dawî de li kampên Pêşmergeh hatin perwerdekirin ji bo li Şingalê şer bikin. Li gorî vî agahiyê 650 heta niha talîm xilas kirin. Rûdaw qasî 10 kesan nîşan da ku bi çek û keleşkofên kevn, bêyî nîşana Pêşmerge û ala Herêma Kurdistanê.

Partiya Barzanî PDK di buyerên Şingalê wendahiyên mezin dît, ji ber ku hêzên wan yê Pêşmerge bûn, kîjan Şingalê di destên DÎ de tenê hiştin û revîne. Trajediyek mezintir jî ji aliyê hemberên wan yê siyasî, PKK û YPG, hat çikandin.

Di weşana Rûdawê de yek ji tekoşerên êzîdî dibjêje ku ew bi taybetî mecbûrî helîkopterên Pêşmergeyan nin ji bo alîkariya sivîl û çekdarên li ser çiyayê Şingalê, ku ji aliyê DÎ hatin dorpêç kirin. Bi van mêcbûryetan serokatiya PDK hewl dide bi êzîdiyan re bazara siyasî bike, tevî ku jiyana mirovan di xeterê de ye û dinyaya rojava ji ber komkujya êzîdiyan çekan dide wan.

Serfermandarê HPŞ Heyder Şeşo vê helwesta hikumeta Kurdistanê bi tundî rexne dike. Ew herwiha di Dengê Amerika de dibêje ku ew 150 Pêşmergeyên ku şandin Şingalê tenê li birca televîziyonê ya Şingalê hatin bicihkirin, lê ne ji bo şer.

Ji ber kêmasiya alîkariya ciddî ji aliyê herêma Kurdistanê, fermandarên HPŞ berî dane hikumeta Iraqê ji bo ku çekan ji wan re bi rê bikin. Piştî pêla duyemîn ya êrîşa DÎ, herêma Kurdistanê tu alîkarî nekirin û korîdora dawîn ji aliyê DÎ hat zeftkirin.

HPŞ bi bêtirî 2.000 şervanên xwe mezintirîn hêza parastinê ya êzîdiyane li Şingalê, ku Wezareta Pêşmerge hewl dide wan bikin bin kontrola xwe, ji bo ku têkçûna xwe li Şingalê bidin ji bîr kirin û veqetandina êzîdiyan ji PDK nehêlin, ku niha bûye rastî. Ev jî sebeba gefxwarinên tun e ji aliyê nûnerên hikumeta herêma Kurdistanê.

© ÊzîdîPress, 16ê Kanûn 2014