Hazem 2
Cîgirê Mîrê êzîdiyan Hazim Tehsîn Beg

Duhok. Îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hatibû Baadrê û li wir ji aliyê komeke êzîdiyan hatibû pêşwazî kirin, di nav de cîgir û kurê Mîr Tehsîn Beg, Hazim Beg, û Bavê Şêx (Şêx Xeto). Di Rûdaw TV de Hazem Beg behsa hevdîtina Civata Ruhanî û Mesûd Barzanî kir û got: “Piştî me pêşwaziya wî kiriye […] me jê re got êzîdî emanet in li nik te“. Herwiha Bavê Şêx jî di Rûdaw TV ragihand ku wî ji Barzanî re got: “Miletê me emaneta te, êzîdî miletê te”.

Berî 03.08.2014 herêma Şingalê bi temamî di bin kontrola PDK û pêşmergeyên wê bûn. Piştî vekişîna leşkerên iraqî ji Mûsilê û hatina Dewleta Îslamî li wir, PDK li Şingalê bi tenê desthilatariya de facto bû. Mesûd Barzanî û Pêşmerge soza parastina Şingalê dabûn, Şingaliyan baweriya xwe bi wan anîbûn. Di şeva 03.08.2014 Dewleta Îslamî ket nava Şingalê, Pêşmergeyên PDK ji Şingalê vekişiyan û bi vî awayî rê li ber jênosîda êzîdyan vebû: Bi hezaran mêrên êzîdî hatin kuştin, bi hezaran keç û jin ketin destê Dewleta Îslamî û heta niha jî wek “cariyê“ tê tecawizkirin. Gerîlayên PKK di 09.08.2014 dorpêça Dewleta Îslamî li çiyayê Şingalê şikênand û rê ji bo xilasbûna bi hezaran êzîdî vekiribû.

Berî niha jî êzîdiyên PDK jî bi gotinên xwe bal kişandibûn. Fermandarê Pêşmerge Qasim Şeşo gotibû “PKK derewan dike“ û “Em nahêlin PKK li Şingalê bimîne”. Herwiha carek din Qasim Şeşo gotibû ku ew bawere wê Şingalî keçên destên DAEŞ ji bîr bikin eger ew alaya Kurdistanê li Şingalê bibînin. Endamê PDK Mahma Xelîl ku bêyî hilbijartin ji aliyê partiya xwe wek qeymaqamê Şingalê hat diyarkirin, derbarê Şingalê got ku “PKK dixwaze rewşa navçeyê têk dide“.

@ÊzîdîPress, 24.11.2015