Hevdîtina fermandarên HPŞ û YPŞ li Şingalê (26.10.2015)
Hevdîtina fermandarên HPŞ û YPŞ li Şingalê (26.10.2015)

Şerfedîn. Serfermandarên hêzên xweparastinê li Şingalê hevdîtinek pêk anîn. Li mezargeha Şerfedîn fermandarên Heza Parastina Şengalê (HPŞ) di bin serokatiya Heyder Şeşo, û Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YPŞ) di bin serokatiya Şêx Xelef Barî, rewşa siyasî û leşkerî guftugo kirin. Rojên çûyî, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hêzên Pêşmerge li Şingalê xwe amade dikirin. Lê operasiyoneke hevbeş ya YPG û Pêşmerge li hemberî “Dewleta Îslamî” ne di rojevê de ye.

Ev demeke dirêje ku rewşa siyasî dijware û dibe ku li ser pêşeroja Şingalê careke din aloztir bibe. Ev ê nebe cara yekemîn, di meha adarê de ji ber zindankirina serfermandarê HPŞ Heyder Şeşo ji aliye hikumeta herêma Kurditsanê alozî derketibûn heta ku mediyayên bîyanî jî behsa vê yekê dikirin.

Metirsî li ser vê yekê heye ku di rizgarkirina Şingalê de û piştî wê alozî di navbera PKK ku niha rojavayê Şingalê kontrol dike, û PDK ku rojhilat û bakûrê Şingalê kontrol dike, li ser desthilatdariya li Şingalê derbikeve. HPŞ ku 3.000 leşkerên wê hene, bi nîvî di bin wezareta pêşmerge de ye û nîvê din jî serbixwe ye.

Berî niha Pêşmergeyên PDK rêya di navbera Rojava û Şingalê girtibûn, YPG wê rêyê ji bo gihandina madî bikar dianî. Wisa xuyayê ku PDK dixwast rêya şervanên YPG bigre daku hêza wan li Şingalê mezintir nebe. Weke bersiv li dijî vê yekê, şervanên PKK û YBŞ rêyekî navbera Şingal û aliyê rojhilatê girtin. Piştî çend seatan herdû rê dîsa hatin vekirin.

Ji bo ku şerekî partiyan li ser pişta êzîdiyan dernekeve, divê lihevhatineke di navbera hêzên leşkerî pê were. Ji bo vê yekê hevdîtina YBŞ û HPŞ girîng bû. Serokê HPŞ Heyder Şeşo bang li hemû aliyan û partiya kir ku berjewendiyên xwe daynin alîkî û hemû bi hevre li hemberî Dewleta Îslamî şer bikin. Daxuyaniyek li ser hevdîtina YPŞ û HPŞ di demeke kurt de tê belavkirin.