Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxan, Heyder Şeşo di merasîma vekirina kampa perwerdeyê
Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxan, Heyder Şeşo di merasîma vekirina kampa perwerdeyê

Duhola. Hêza Parastina Êzîdxanê (HPÊ) îro kampeyek perwerdeya leşkeriyê vekir. Fermandarê HPÊ Heyder Şeşo di merasîma avakirina kampa perwerdeyê de tevî hazirbûna şervanan û fermandaran pêwistiya hêzeke êzîdî ya serbixwe aniye ziman. Kampa perwerdeyê ya HPÊ li metîqeya Duhola ye, çend kîlometre bakurê çiyayê Şingalê.

Doh 25 şervanên nû bûne endamê HPÊ, wekî din jî gelek Pêşmergeyên êzîdî tevlî HPÊ bûne. Bi temamî qasî 3.500 şervanên HPÊ hene. HPÊ piştî jênosîda ji aliyê Dewleta Îslamî ya 03.08.2014 û revîna Pêşmergeyên Kurdistanê hatibû avakirin, wê demê bi navê Hêza Parastina Şingalê. Heyder Şeşo got ku parastina herêma Şingalê erka êzîdiya ye û ewê wê wacibê pêk bînin, eger bi alîkariya hikumeta Kurdistanê û hikumenta merkezî ya Bexdayê be yan bêyî alîkariya wan be. Kampa perwerdeya ya HPÊ bi temamî bê alîkariya derveyî êzîdiyan hati fînasekirin.

Piştî daxuyaniya HPÊ bo avakirina kampê, partiya hikumenta Herêma Kurdistanê PDK gef li HPÊ xwar: Mahma Xelîl ku bi xwe êzîdî ye û ji aliyê partiya xwe PDK bê pêvajoyeke hilbijartinê yekalî wek qeymeqamê Şingalê hat beyankirin got ku vekirina vê kampê “komplo ye û ne qanûnî ye”. Bi heman hêncetê ku HPÊ “ne qanûnî” ye, Heyder Şeşo di adara 2015 ji aliyê hikumenta Kurdistanê hatibû zindankirin.

©ÊzîdîPress, 06.04.2016