ShingalAlterMarkt
Bajarê Şingalê piştî êrîşa hewayî (çileya pêşîn 2014)


Nûçeya lezgîn 

Hêzên kurd û êzîdî li Şingalê operasiyona li dijî Dewleta Îslamî dest pê kirin. Hêzên Pêşmerge, PKK û hêzên êzîdî ê Fermandariya hevbeş a Êzîdxanê, hemû bi alikariya hevpeymaniya navnetewî gav bi gav pêşde diçin.

Hedefa ewil destxistina bajarê Şingalê ye. Niha hêzên PKK û YBŞ rêyên ji rojhilatê ber bi bajarê Şingalê kontrol dikin. Li gor agahîyên ne fermî serokkomarê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokê asayîşê Masrûr Barzanî niha li Şingalê ne.

Hêzên operasiyonê ji sê aliyan nêzîkî bajarê Şingalê dibin – ji bakur, ji Şilo li rojavayê û ji Hardan li rojhilatê. Ji ber pêdivîya paqişkirina mayînên ku Dewleta Îslamî danîne operasiyon hêdîtir pêşve diçe. Pisporên mayînan ên YPG rêya Şilo niha ji mayînan paqiş dikin.

Tevî nakokiyên siyasî yên rojên paş niha hemû hêz bi hevre di operasiyonê de beşdarin. Bi tevahî qasi 11.000 leşker niha tevlî ne, piranî ji wan êzîdî ne.