mehma xelil
Qaymaqamê Şingalê Mehma Xelîl

Qaymaqamê Şingalê Mehma Xelîl ji nûçexana fermî ya PDK re ragihand, ku “PKK berdewam hewl dide ku bo hinek meramên xwe yên taybet rewşa navçeyê têk bide, lê Hêzên Pêşmerge rê nade ti hêzekê ku rê li pêşiya azadkirina Şingalê bigire”.

Mehma Xelîl berê wek nûnerê PDK di parlamentoya iraqî de bû. Berî çendekê Mehma Xelîl ji aliyê partiya xwe PDKê wek qeymaqamê Şingalê hat diyarkirin.

Mehma Xelîl rewşa dawîn ya Şingalê wiha nirxand: “DAIŞ li nava Şingalê pir lawaz bûye û roj bi roj direvin, ev çend roj in ku av û xwarin neketiye destê wan çekdarên ku li nava Şingalê mane. Berdewam hewar dikin, herwiha ji tirsa ti DAIŞiyekî biyanî li navçeyê nehiştine, yên ku mane xelkê Tilefer û derdora Şingalê ne.”

Di çileya paşîn a îsal de jî Mehme Xelîl nerazîbûna xwe derbarê kantonkirina Şingalê nîşan da û gotibû: “PKK rêz û hurmetê li îradeya xelkê Şingalê û xwîna qurbaniyên wê nagre, ji ber ku ew hemû qurbanî hatin dan da ku têkevin ser Herêma Kurdistanê, lewma em bi ti awayekî van daxwazan ji wan qebûl nakin”.

Gava di 03.08.2014 Dewleta Îslamî ketibû nav Şingalê, heta 12.000 pêşmergên bê berxwedan ji Şingalê vekişiyan, xelkê Şingalê bi tenê hiştin û bi vî awayî rê ji despêkirina jênosîda êzîdiyan vedibû. Dewleta Îslamî bi hezaran jin û zarokên êzîdî dîl girtin, bi hezaran mêrên êzîdî bi awayên pir hovane hatin qetil kirin. Heta îro hîn bi hezaran zarok û jin di destê Dewleta Îslamî de ne, kurên êzîdî bi îdeolojiya Dewleta Îslamî tên perwerde kirin û keç û jînên êzîdî weke cariye tên tecawizkirin. Gerîlayên YPG ji bo deh hezaran êzîdiyan serê çiyayê Şingalê ku ji aliyê Dewleta Îslamî ve hatibûn dorpêç kirin, piştî gelek rojan bê nan û av korîdorek vekiribûn û wan xilas kirin.