Mîşa Aloyan (© RIA Novosti/Vladimir Astapkovich)
Mîşa Aloyan (© RIA Novosti/Vladimir Astapkovich)

Novosibirsk. Boksorê êzîdî Mîşayê Sûren Aloyan xwe ji bo lîstikên Olympia ya sala 2016 li Rio de Janeiro (Brezîliya) amade dike. Mişayê Sûren dibêje ku wî gelek cefa û ked daye ji bo hazirkirina xwe. Lîstikên Olympia di 5. Tebaxa 2016 an de dest pê dikin.

Mîşa Aloyan di 23. Tebaxa 1988 li gundê Bambakaşat a Ermenistanê hat dinê. Sala 1997 malbata wî ji Ermenistanê diçe Rusiyayê û li bajarê Novokusnezk bicih dibe. Li wê derê Mîşa dest bi boksê kir di bin rêberiya Nikolas Salixov. Paşê ew diçe bajarê Novosibîrskê û li wir werzîşa xwe berdewam dike. Sala 2007 Mîşa di klasa ciwanan de dibe şampiyonê Rusiyayê û yê Ewrûpayê. Salên 2011 û 2013 Mîşa dibe şampiyonê dinyayê, sala 2012 ew di lîstikên Olympia li Londonê dibe yê seyemîn û madaliyak olympiyayî bi dest dixe. Sala 2010 jî Mîşa bû şampiyonê ewrupî.

© ÊzîdîPress, 6. Sibatê 2016