Newaf Mîro
Newaf Mîro

Karesata Şengal bi awakî ji awan didome. Wa diyare wê hê rûdan û pirsgrêkê derûnî û aloziyên cûr be cûr di nava civaka Êzdî û di tevaya Kurdistanê de, hin encamên din bi xwe re tîne û wê bîne. Civaka ewleyî û baweriya bi nirxên xwe neyne, dikare bi têkçûn re bimîne. Yan jî ev dibe destpêka têkçûneke dine. Ez naxwazim ku êzdî ji mafê xwe û doza xwe bibiburin, lê nabe gava mirov li mafê xwe xwedî derdikeve, mafê heyî jî binpê bike, yan jî bike qurbana tiştê li holê nîn e. Di gotinê pêşiyan de dibêjin; çivîkê girtî, ji kewê berdayî çêtir e.

Di her ol û civakê de, sînorên nayên qevaztin hene. Yan jî nirxên ku nebin, nabe heye. Dibe kêmasî û çewtiyên du navên êzdiyan hebin, lê nayê wê wateyê ku evan mirovan, ked û xilmet ne dane vê olê û civakê. Divê rûmet were dayîn ji oldar û dunava re. Raste civaka êzdî bê rêkxistin û sazî yên hemdem û tekûze. Bi salane di rêya aqil de, lî rêbaz û çareyên nû ne hatiye gerîn. Civaka êzdî bê dezheke civakî ye, ya ku temsîla êzdiya bike li seranserî cîhanê. Her weha hatina êzdiya, xêr û fitoyê wan neketiye xilmeta êzdiya û êzdayetiyê. Fitoyê êzdiya weke baca wan e, dewleta bê bac nikare were bi rêve birin, û xwe li ser piyan bigire. Lê êzdî xêrê dikin, û xêra wan li wan venager e. Olên din yê cîhanê bi navê „xaçasor“ û „heyvasor“ xwe bi rêkxistin kirine. Lê hêjî saziyek xêrê ya êzdiya nîn e. Ev mijareke fireh e, divê bête gengeşe kirin.

Her wehe di nava êzdiyan de, bi rûdana Şengalê re, gelekî çêr û peyvên ne xoş têne bilêv kirin. Ev ne ji edeb û îzhana êzdiya ye. Êzdî dibêjin; yên dikufirin, kafirin! Lewma jî bi hêviya ev peyvên wisa bêast neyên bikaranîn. Yên ji nirxê xwe, xwedayê xwe û ji dayika xwe hez bike nabe ji hin kesên din re çêra bike. Em Êzdî nikarin xwe bînin asta hin civakên din. Em ji Ola xwe û ji dayika xwe hezdikin weke ku em Laliş û xaka xwe hezdikin.

Weke yek ji mînaka navê Pêşmerge. Çawa li cem êzdiyan Extiyarê mergê heye, wûsa jî Pêşmerge heye. Ji du peyva pêktê navê Pêşmerge, pêş û merge. Ew tê wateya lê pêş mergê, ango li pêş civak û şênî. Ez di wê dîtinê de me ku şervanên kurd hemû pêşmerge ne. Ma wê heta heta şervan bimînin. Na helbet. Heta mafê xwe bi dest xînin. Hingê wê li pêşmergê bin û bi parêzin. Lê ev nayê ku êzdî hesabê komelkujî û tewanbarê keç, kal û pîrên xwe nepirsin. Di rêbazê leşkerî de, kesên ji bereya şer bazdin û erka xwe pêk neynin toleya wan kuştine. Divê ev were tolekirin, taku hin kesên din jî erkê xwe binpê nekin. Lê weke mirov, ez ne bi kuştinê re me. Lê sezaya herî gran heq dikin ew kesên han, yên gunehkar.

Ewan kesan ne tenê xiyanet bi êzdiya re kirin, wan xiyanet bi dîroka kurd û Kurdistanê kirin. Bi navê pêşmerge kirin. Ev yek nayê pejirandin. Dûr an jî nêzîk wê hemû tevn, dek û dolabên gemarî eşkere bibin. Divê êzdî, bi aqilane tevbigerin, ev bi hêrsê û çêra çê nabe. Bi hêviya xwe li hev ragirtin û tifaqê!

Newaf Mîro, 15.09.2014
newafmiro@gmx.de