daslBruksêl (Belcîka) — Îro li bajarê Bruksêlê nivîskarê êzdî ya eyan Wezîrê Eşo emrê Xwedê kir. Serê malbat û kom sax be. Cî û mikane wî cinet be.
Wezîrê Eşo 1 mijdarê sala 1934 li bajarê Tîflîs (Gurcistan) hat dinê. Sala 1953 dest bi hînbûnê li zanîngehê Êrîvanê beşa dîrokî dike. Piştê qulixkirina zanîngehê wek serperestê mekteba gundê Pamp kar dikir. Ji sala 1961 heta 1963 xwendina xwe li aspîrantûrê zanîngeha Lênîngradê ya rojhilatnasî berdewan kir.
Wek rojnameger rojname “Riya Teze” zêdetirîn hezar miqal û çîrok nivîsî. Wisa jî endamê yekîtîya nivîskara û rojnamegera Ermenîstanê û sovêta berê bû.