BNETHA
Logoya “BNETHA”

Moskov. Nûnerên suryanî û endamên rêxistina BNETHA ya suyriyaniyan a ne-hikumentî (no- gouvernmental organistation, NGO) bi nameyek vekirî ji bo hemû fraksiyonên Dumayê ji wan daxwaz kirin ku ew komkujiyên li dijî ermeniyan, suryaniyan, yûnanan û êzîdiyan bi fermî nas bikin. Ev yekemîn daxwaza ji parlamentoya Rusya ye ku komkujiya êzîdiyan a sala 1915 were naskirin. Hefteyek berî vê daxwazê heyetek a Civata Ruhanî ya êzîdiyan jî serdana Moskovê kir û daxwazek wiha ji hikumeta Rûsyayê ne kirin.

Ji aliyê partiya desthilatdar “Rusyaya Yekbûyî” pêşniyariya qanûnek li dijî înkarkirina jênosîda 1915 di parlamentoyê hatiye derxistin. Li gorî vê, înkarkirina komkujiyên 1915 wê werin ceza kirin.

Li gorî hejmarên fermî yên sala 2010, li Rusya 40.586 êzîdî dijî n. Ev hêjmar ji ber koçberiya ji Ermenîstanê ber bi Rûsyayê niha hîn bilindir bûye. Hinek êzîdî jî dikevin nav hejamara 23.232 kes ku di hejmartinê de xwe wek kurd dan naskirin. Û herwiha hejmarek mezin a êzîdî li Rusya yê dijîn lê bi fermî xwe qeyd nekirine.

Di dorên sala 1915 qasî 1,5 Milion mesîhî (ermenî, aşûrî, suryanî, yunanî) hatin qirkirin. Beşek mezin ji êzîdiyên serhedê jî di wê demê de hatibû qirkirin. Serekeşîrê êzîdî Hemoyê Şêro li Şingalê 20.000 mesîhî ji qirkirnê parastibû.