SalehAdi
Salihê Adî

Şingal. Roja înê seat dehê sibê li Şingalê endamê “Mala Êzîdiyan” Salihê Adî Xetîf ji ailyê Pêşmergeyên Rojava hatiye girtin. Heta niha zanîneke derbarê cih û rewşa wî tuneye. Salihê Adî di rêwitiya xwe de, gava ji Bara diçû cem xizmên xwe yên li çiyayê Şingalê, hatibû girtin. Tê gotin ku çekdarên Pêşmerge li ser rê wî sekinandin û jê pirsîn “tu kurd e yan tu êzîdî ye?”, piştî bersivdayîna “ez êzîdî me”, destên wî hatin kelepçekirin û wî birin deverekî ne diyar.

Tevgera “Mala Êzîdiyan” li Şingalê bi partiyên siyasî ne girêdayî ye û ne nêzîk e. “Mala Êzîdiyan” gelek caran siyaseta PDK a Şingalê rexne kiriye. Piştî girtina Salihê Adî nerazîbûneke mezin di nava êzîdiyan, bi taybetî yên ku niha li çiyayê Şingalê dimînin, çê bû. Salihê Adî piştî 03.08.2014 nexwest ji Şingalê biçe û ji wî çaxî heta niha li wê derê dima.

@ÊzîdîPress, 18.03.2107