EilmeldungEP


Nûçeya lezgîn

Îro li Şingalê di navbera pêşmergeyên misilman û yên êzîdî pevçûn derket. Li nêzîkî devera Qabûsiya ku dikeve başûrê Şingalê, kurdên misilman hewl dabûn keriyên pez ji Şingalê bibin û ji Şingalê derkevin, lê ji aliyê hêzên êzîdî yên bi ser Yekîneyên Şêx Xêrî (YŞX) hatibûn sekinandin. YŞX di bin wezareta Pêşmerge de ye û beşdarî operasiyona rizgarkirina Şingalê bû.

Paşê di navbera pêşmergeyên misilman û YŞX şer derket, piştî ku pêşmergeyên misilman wan kurdan û keriyên wan parastin û derbas kirin. Di pevçûn de şervanek YŞX hat gullekirin û şofêrek Duhokî jî jiyana xwe ji dest da. Gelek şervanên YŞX birîndar bûn. YŞX agahî da, ku ew xwe niha ji bo xweparastinê hazir dikin. Fermandarên din ên êzîdî niha hewla aramiyê dikin.

Berî çend rojan jî nakokî navbera pêşmergeyên misilman û êzîdîyan derketibû ji ber ku êzîdîyan wan bi alîkariya kurdên hevalbendên Dewleta Îslamî tohmetbar dikirin.

@ÊzîdîPress