Balafirên hevpeymaniya navdewletî (wêne: worldbulletin)

Şingal. Di amadekariyên operasiyona rizgarkirina Şingalê de nakokiyên navbera PKK û PDK derdikevin, niha jî PKK ditirse ku PDK balafirên şerî yên hevpeymanî li dijî wan bikar bînin. Fermandarê PKK li Şingalê Elî Katarî derbarê vê xeteriyê de ji rojnamevan Wladimir von Wilgenburg re dibêje: “Kesekî ji hevpeymaniyê têkilî bi min re danî dakû nas bike bê ka mimkune ku PDK agahiyên şaş bidin wan ji bo ku li me bidin. Min ji wan re got ku raste, û eger balafir li me din, emê bikin sûcê PDK ji ber ku ew koordînatan didin“.

Tenê Pêşmerge bi hevpeymaniya navdewletî ji bo şerê hewayî li hemberî Dewleta Îslamî di nava têkiliyê de ye û koordînatên ji bo bombekirinê radestî wan dike. PKK jî ji aliyê gelek endamên hevpeymanî ve di siyaseta fermî wek rêxistineke terorîst tê dîtin.

Endamê PDK Elî Ewnî dibêje: “Em naxwazin ku PKK tevlî operasiyonên Şingalê bibin, em naxwazin ew xwe tevlî karê me bikin. […] Ew tenê dixwazin xwe wisa nîşan bikin ku wan Şingal azad kir.“ Elî Ewnî dibêje ku PKK di derbarê hejmara xwe li Şingalê propaganda dike û ku tenê 200 kesên wan li wirin.Herwiha serkokê bîroya karûbarên derve, Hemîn Hewramî, derbarê vê mijarê ragihand: “Divê HPG li Rojava bimîne, lazimiya wan li vira [Şingal] tune“

PKK xwedî nêrîneke cûda ye. Agit Kalarî dibêje: “Pirsgirêka sereke PDK ye, ew ji me re dibêjin ku ewê bi tenê Şingal azad bikin hûn ji me re ne lazim in. Ev saleke em li virin û em hema wisa ji Şingalê dernakevin.“ “Şingal du sê rojan de rizgar dibe, lê pirsgirêk siyaset e“. Herwiha nerazîbûna xwe derbarê girtina sînorê Rojavayê ji aliyê Pêşmergeyên PDK anî ziman: “Ji bo vekirina vê korîdorê me 50-60 şehîd dane û me paşê xalê kontrolê radestî PDK kiribû […] lê wan rê ji bo me girt.“Berî çend serokê Hezên Parastina Şengalê (HPŞ) Heyder Şeşo hevîdîtinek bi Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û Yekîtnêyên Jinên Êzîdxan (YJÊ) kir û biryara damezrandina sîwanek hevbeş bi navê „Fermandariya Êzîdxanê ya ji bo rizgariya Şingalê“ dan. YBŞ û YJÊ girêdayî PKK ne. Rêxistinên HPŞ, YBŞ û YJÊ bang li hemû partiyên Kurdistanî, PDK di nav de, kirin ku tevlî vê yekîtiyê bibin ji bo rizgarkirina Şingalê. Piştî vê daxûyaniyê, endamê PDK û parlamentoya herêma Kurdistanê Şêx Şamo ragihand ku PKK li Şingalê dagirkere û ku ji bilî PDK mafê kesî tuneye li Şingalê bi cih bibe. Fermandarê Pêşmergeyên PDK Qasim Şeşo jî ragihand ku PKK dest bi propaganda û derewan kiriyê dakû pirsgirêkan derxînin.

Gava di 03.08.2014 Dewleta Îslamî ketibû nav Şingalê, heta 12.000 pêşmergên bê berxwedan ji Şingalê vekişiyan, xelkê Şingalê bi tenê hiştin û bi vî awayî rê ji despêkirina jênosîda êzîdiyan vedibû. Dewleta Îslamî bi hezaran jin û zarokên êzîdî dîl girtin, bi hezaran mêrên êzîdî bi awayên pir hovane hatin qetil kirin. Heta îro hîn bi hezaran zarok û jin di destê Dewleta Îslamî de ne, kurên êzîdî bi îdeolojiya Dewleta Îslamî tên perwerde kirin û keç û jînên êzîdî weke cariye tên tecawizkirin. Gerîlayên YPG ji bo deh hezaran êzîdiyan serê çiyayê Şingalê ku ji aliyê Dewleta Îslamî ve hatibûn dorpêç kirin, piştî gelek rojan bê nan û av korîdorek vekiribûn û wan xilas kirin.

© ÊzîdîPress