AR-151119085
Albûmeke wêneyan a malbateke êzîdî li bajarê Şingalê


Di rojên dawî de li Şingalê çend hevalbendên Dewleta Îslamî dixwastin ji Şingalê birevin. Grûpek xwe di ambûlansekê de veşartibû û gelek xalên kontrolê derbas kiribûn. Lê paşê ji aliyê êzîdiyan û hêzên PKK ve hatin girtin. Şervanekî êzîdî ji êzîdîpress re got ku ên hatin girtin, cînarên berê ên êzîdiyan bûn ku tevî Dewleta Îslamî bibûn. Derbarê hejmara wan û navên wan hîn agahîyên taybet tunene, sedema vê jî nakokiyên bi pêşmergeyên wen deveran in ku hiştin ev grûp xalên kontrolê derbas bikin. Hinek ji yên girtî kincên pêşmerge li wan bûn.


Grûpa ku hat giritin, ji deverên Qabûsiyê ne ku dikeve başûrê bajarê Şingalê. Li wê derê hefteya çûnê 100 malbatên kurdên sunnî û ereb, di nav de mêr, jin û zarok, xwe nêzîkî Pêşmerge kirin. Di nav gelek ji van malbatan meriyên Pêşmerge hene. Şervanên êzîdî ji Pêşmergeyan xwestin ku ew zû azad nên berdan û lêpirsîn derbarê tevlîbûna wan a jênosîda êzîdyan bên kirin. Lê nehat kirin. Hikumeta Herêma Kurdistanê nehişt ku pêşmergeyên êzîdî û hêzên din ên êzîdeiyan tevlî kontrolkirina gundê Qabusyiê bibin. Gelek malbatên kurdên Şingalê meriyên endamên PDKê yên bilind in. Gelek êzîdî ji ber vê jî guman dikin ku endamên PDK kesên ku tevlî Dewleta Îslamî bibûn diparêzin.

Ziyad Xelef Hemo ku birayê parlamenterê iraqî Mejîd Xelef Hamo (PDK) ye,  di meha şibata 2015 ji ber alîkariya Dewleta Îslamî hatibû girtin. Mejîd Xelef Hamo ku bi dengên êzîdiyên Şingalê ji bo PDKê ket parlamentoya Iraqê, ji destpêka 03.08.2014 derbarê jênosîda êzîdiyan deng dernexist, berî çend rojan cara yekemîn derbarê Şingalê nameyek da û tê de êzîdiyên Şingalê bi diziyê tawanbar kir.

AbuHamzaKhantuni-220x300
Abû Hamza Xatûnî

Di tabaxa 2014, gava balafirên emerîkî dest bi bombebaranê kiribûn, bi sedan kurdên misilman çûbûn Herêma Kurdistanê. Ligor gotinên fermandarê Hêza Parastina Êzîdxan (HPÊ) Heyder Şeşo gelek ji wan beşdarî kuştina û revandina êzîdiyan bibûn.

Li gundê Koço 1.000 jin û zarok hatin revandin û 600 êzîdiyên mêr hatin kuştin ji ber ku îslamê qebûl nekirin. Yên ku beşdarî vê komkujiyê bibûn, cînarên êzîdiyan bi xwe bûn. Ew kesê ku vê komkujiyê birêve dibir, kurdekî misilman ji Şingalê û ji eşîra Xatûnî bû, navê wî Abû Hamza Xatûnî ye. Eşîra Xatûnî tevlî Dewleta Îslamî bibû. Bavê Hamza ji aliyê Dewleta Îslamî wek Waliyê Şingalê hatibû diyarkirin.

Said Mirad yek kese ku di gullebarana komkujiya gundê Koço de ji mirinê filitî ye. Said Mirad dibêje: “Me nas dikirin […] Mitwêta bûn, Xatûnî bûn, misilmanê kurmancê Şingal me pê re dîtin, min hemû nas dikirin, kesekî xerîb di nêv de nebû, şîşanî, efxanestanî nêv de nebû”.

© ÊzîdîPress – Kurmancî, 23.11.2104