qasim
Qasim Şeşo, fermandarê pêşmerge û alîgirê PDK

Şingal. Qasim Şeşo ragihand ku PKK dest bi propaganda û derewan kiriyê dakû pirsgirêkan derxînin.
Fermandarê pêşmerge û alîgirê partiya PDK ji nûçexana fermî ya partiya xwe re ragihand: “Amadekariyekî temam bo azadkirina Şingalê hatiye kirin û niha YPG û PKKê dest bi propaganda û derwan kirine û dibêjin me hêzek mezin bo Şingalê amade kiriye. […] Ti hêzeke YPG û PKKê li navçeyê tune ye û xelk jî pişta wan nagirin.”
Şeşo herwiha got: “74 ferman bi ser Şingalê û kurdên êzîdî de hatine, jibilî bi hezaran qurbanî, lewma dema Şingal azad bibe em rê nadin ti kesî ku pirsgirêkan ji me re bîne navçeyê.”

Berî çend rojan biraziyê Qasim Şeşo û serokê Hezên Parastina Şengalê (HPŞ) Heyder Şeşo hevîdîtinek bi Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û Yekîtnêyên Jinên Êzîdxan (YJÊ) kir û biryara damezrandina sîwanek hevbeş bi navê “Fermandariya Êzîdxanê ya ji bo rizgariya Şingalê” dan. YBŞ û YJÊ girêdayî PKK ne. Rêxistinên HPŞ, YBŞ û YJÊ bang li hemû partiyên Kurdistanî, PDK di nav de, kirin ku tevlî vê yekîtiyê bibin ji bo rizgarkirina Şingalê. Piştî vê daxûyaniyê, endamê PDK û parlamentoya herêma Kurdistanê Şêx Şamo ragihand ku PKK li Şingalê dagirkere û ku ji bilî PDK mafê kesî tuneye li Şingalê bi cih bibe.

Gava di 03.08.2014 Dewleta Îslamî ketibû nav Şingalê, heta 12.000 pêşmerge bê berxwedan ji Şingalê vekişiyan, xelkê Şingalê bi tenê hiştin û bi vî awayî rê ji despêkirina jênosîda êzîdiyan vedibû. Dewleta Îslamî bi hezaran jin û zarokên êzîdî dîl girtin, bi hezaran mêrên êzîdî bi awayên pir hovane hatin qetil kirin. Heta îro hîn bi hezaran zarok û jin di destê Dewleta Îslamî de ne, lawên êzîdî bi îdeolojiya Dewleta Îslamî tên perwerde kirin û keç û jînên êzîdî weke cariye tên tecawizkirin. Gerîlayên YPG ji bo deh hezaran êzîdiyan serê çiyayê Şingalê ku ji aliyê Dewleta Îslamî ve hatibûn dorpêç kirin, piştî gelek rojan bê nan û av korîdorek vekiribûn û wan xilas kirin.