Published On: Fr, Mai 8th, 2015

Rojnama Rûsî li ser şehîdên Êzîdiyan di Şerê Cihanê ya Duyemîn

Sê ji hijmarek şehîdên Êzîdî di Şerê Cihanê ya Duyemîn (ji milê çepê): Feto, Ordo, Oskan

Sê ji hijmarek şehîdên Êzîdî di Şerê Cihanê ya Duyemîn (ji milê çepê): Feto, Ordo, Oskan


Prîskê Mihoyî

Rojnama Komara Ûdmûrtyayê (Rûsya) ya jîyandirêj– «Ûdmûrtskaya Pravda» di çarçoveya 70-salîya Serkeftina Mezin ya gelên Sovîyêtê di şerê dijî Almanîya faşîst da li hejmara xwe ya 8-ê gulanê sala 2015-an (N49, rupêla 12-an) li ser şehîdên malbeta me gotarek weşand. Em wergêra wê gotarê û orjînala wê îro raberî heval û hogirên xwe dikin.

MÊRXASÊN ME WÊ BI SEDSALAN BIJÎN.

Malbeta Mihoyî bi xemxurî bîranîna pêşîyên xwe xwedî dike.

Şibê, 9-ê gulanê li seranser welatê Rûsyayê alayên Nemirî wê bi cêrgên xweye qeşeng yên serkeftinê bimeşin. Bi hezaran binecîyên Rûsyayê, ku wê tevî wê merşê bibin, wê bejna xwe li ber bîranîna wan leşkeran da bitewînin, yên ku li pêşanîyên Şerê Wetenîyêyî Mezin şehîd ketin.

Leşkerek li dû leşkerê din çû.

RojnameRusiMerşa alaya Nemirî usan jî wê li kolanên Zavyaylovê derbas bibe. Li wêneyên zerbûyî dêmên şervanên genc tê li ber çavan, wêneyên birayên Mihoyî – Oskan, Ordo û Feto. Behsa şêre nebixêrîye gîhîşte Ermenîstanê û li gundê wanî li bereka çîyê–Baysizê jî hingavt, li ku êzîdî dimînin. Hersê bira yek pey yekî çûne li ber şêr û venegeryan.

Nevîyên birayê mezin–Oskan eva bêtirî bîst salane li Ûdmûrtyayê dijîn. Nevîkî wî–Prîsk demeke dirêj li Zavyalovê kar kirye. Vê gavê dayka Prîsk lê vê navçeya Ûdmûrtyayê dimîne, li vira bavê Prîsk–Bînbaş, lawê Oskan hatye binaxkirinê. Li ser yazîya kalkê xweyî şervan nevîyên wî gelek tiştî dizanin, her tenê wê yekê dizanin, ku ew birîndar bûye, ketîye hospîtalê, piştî qencbûnê dîsa vedigere pêşenîyê. Lê sala 1943-an ew di şerê ji bo rizgarîya bajarê Mozdokê şehîd dikeve. Du lawên Oskan hebûn: Bînbaş û Miraz. Kalkê wan–Qeymez wan zarên kurîn xwedî û mezin dike.

– Qemez kalkê bavê mine. Ewî bêtirî sed salî jîyan kir,– Prîskê Bînbaş dibêje.– Kalkê bavê min herdem li ser lawên xwe gilî dikir. Lê tenê hinek tişt bîra min da mane: bîranînên wîye li ser kalkê min, wêneyên ewledên wî, gotinên heval-hogirên lawên wîye şervan îro bi xemxûrî em diparêzin. Mixabin, min kalkê xwe nedît, min wîra deng nekir. Borcê mine, ku her tiştên li ser wî xwedî bikim û biparêzim, bidime nifşê nû–ewled û nevîyên xwe. Wê demê dîroka malbeta me û bîranîna mêrxasên me wê bi sedsalan bijî.

Bihayê Serkeftinê.

Li malbeta mezin ya Mihoyî bîranîna birayên dinê jî geş xwedî dikin.
Bîstyek salên birayê biçûk–Feto hela hê temam ne bibûn, gava payîza sala 1940-î ew birne eskerîyê. Ewî li rojavayê Ûkraînayê, li bajarê li ser xetê yê bi navê Vladîmîr-Volinskê di parleşkerê 202-na da qulix dikir. Feto herdem name dişandine malê. Nama dawî di destpêka hezîrana sala 41-ê ewî verêyî malê kir. Ewî nivîsî bû, ku li ser sînor rewş ne başe, li wî berî sînor tevger heye. Piştî bîst rojan faşîst ketne axa Sovîyêtê. Feto û çend hevalên wî kîlerên zexîre û cebirxana leşkerî diparstin. Cara dawî Feto li vira zêndî dibînin. Du ra malbeta wî beyanê distîne: «Lawê we–Fetoyê Qeymez Mihoyî bê ser û berete unda bûye».

Birayê navîn yê malbeta Mihoyî–Ordo hezîrana sala 1941-ê bi daxaza xwe çû pêşanîya şêr. Ew mamoste bû, ew himdrekî dibistana gundê xwe bû. Xîyala wî ew bû, ku li têxnîkûma kurmancî bê hildanê, lê pê ra neghîhand, şer destpê bû. Di destpkê da Ordo birne Îranê, dû ra sala 43-an ewî li Qawqazya bakûr qulix kir, paşê çû pêşanîya şêr. Ew jî wek birayê xweyî mezin di şerê ji bo azakirina bajarê Mozdokê da şehîd ket.

Mirov nikare bi gotin û peyvan bedbextî, kul û derdê malbeta Mihoyî bîne li ser zar, bedbextî, ku şêrê bêwa bi xwe ra anî. Û ne ku tenê bedbextîya vê malbetê, lê seranser bedbextîya gundê Baysizê. Ji vî gundê biçûk 27 mêr çûne li ber şêr, lê ji wana her tenê deh kes vegeryane malê.

– Roja Aldindarîyê-Serkeftinê ji bo malbeta me rojeke zîyaretî ye,–Prîskê Mihoyî dibêje. –Çawa ku ew roj ji bo temamîya gelê rûs bi nav û nîşane, usa bona me. Destûr tûne efatî û fêrizîya şervanên xwe û wê yekê ji bîra bikin, ku bi çi qîmetî û çi bihayî ev roja serkeftinê me dest anî. Û xazma îro divê wê yekê ji bîra nekin, ku aşîtî çiqasî nazike û çiqasî jîyana mirov biha û bi qîmete. Li vê rojê, Roja Serkeftinê ez ji bo her kesî jîyana aramî dixwezim. Û bila hêsir ji çavan her tenê ji bo bextewarîyê û şabûnê bên û birijin.

Natalya TYÛTÎNA.

Di wêneyan da(ji milê çepê): Oskan, Ordo û Feto.

About the Author

- êzîdîPress Redaktion. Für Kontakt bitte das Kontaktformular nutzen oder Kontaktinformationen aus dem Impressum entnehmen. E-Mail: info@ezidipress.com

Social Widgets powered by AB-WebLog.com.