isis-victims12

Duhok. Dezgeha navnetewî ya mafên mirovan Human Rights Watch (HRW) di daxuyanîyeke xwe de dezgehên herêma Kurdistanê rexne kir ji ber ku wan li cem jinên êzîdî yên ku di destê Dewleta Îslamî de bûn, “testên qîzbûne” kirin.

Endamên HRW û çalakvanên mafên jinan, Rothna Begum û Samer Muscati, ji bo vê yekê gelek hevpeyvîn bi keçên êzîdî re kirin û gihaştin wê encamê ku dezeghên hiqûqî û tenduristî yên Herêma Kurdistanê li cem keçên êzîdî “testa qîzbûne” kirine. Di daxuyaniya HRW tê gotin ku testên wisa “gunekarî û xelet in”. Li ser pirsa HRW ji dadgerê kurd Ayman Bamernî re, ew dibêje ku ev test di dadgehên iraqî de wek şadetî tê dîtin ji bo tawana tecawizkirinê.

Li gorî HRW, testên wisa li gorî pîvana zanistiya navnetewî derveyî pisporiya hiquqî û tendurustî de ne. Rêxistina Tendurustiyê ya Netewyên Yekbûyî (WHO) derbarê vê yekê de di sala 2014 raporek weşand.

Piştî lêpirsîna HRW li Kurdistanê, dezgehên Kurdistanê van kiryarên xwe sekinandin û pêvajoyên din yên li gorî pîvana zanistiyê bikar tînin ku bi vê yekê jî keramet û şerefa wan keçan binpê nakin.

© ÊzîdîPress, 5. Sibat 2014