Berlin. Serokkomare Almanyayê Joachim Gauck bi nameyeke rojiyên êzîdîyan û Eyda Êzîd pîroz kir. Wergera nameya Serokkomarê Almanyayê bi kurmancî ev e:
Pîrozbahî
ji bo endamên civaka êzîdî li Almanyayê
bi minasebeta Eyda Êzîd 2015Di van rojan de hûn Êyda Êzîd derbas dikin. Mezintirîn eyda we ya di salê de, ez pir bi dilgermî li we pîroz dikim û ji bo we daxwaza seatên watedar di nav malbat û hevalan de dikim.
Vê eydê hûn piştî demên rojîgirtinê û nefsbiçûkitiyê derbas dikin. Ji bo pirraniya we, kêfxweşiya vê eydê bêgûman melûl bûye ji ber zulma giran ku xuşk û birayên we li Rojhilata Nêzîk dibînin. Ez difikirim, ku di kêfxweşiya we ya eydê de, sîn û xemiya ji ber merî, xuşk û birayên we tevlî dibe, ku qedera wan ne diyare. Di vê rewşê de ez dixwazim hûn bizanibin, ku ez bi fikra xwe li cem we û meriyên we me.
Eyda Êzîd nîşaneka şekirandina hebûnê ye. Xwesteka min ji bo we ew e, ku ev şekirandin di jiyana we de cih bibîne, di demên dijwar de jî – bi hêviya aşitî û ewlehiya hemû endamên civaka êzîdî û hemû mirovên diyayê.
Joachim Gauck
Berlin, Berfanbara 2015
© ÊzîdîPress, 17.12.2015