Şêx Şamo
Şêx Şamo

Duhok. Endamê PDK di parlamentoya herêma Kurdistanê de Şêx Şamo ji malpera fermî ya nûçegeha PDK (www.pdk.info) re raghiand ku PKK “ne ji bo alîkariya xelkê me” hatiye Şingalê. Şamo dibêje ku PKK hatin “ji bo fitnê û tevlîheviyê peyda bikin û bi navê Heşda Şeibî Şingalê ji Herêma Kurdistanê veqetînin”.

Şêx Şamo PKKê bi dirustkirian Heşdî Şabî li Şingalê û hevkariya bi hikumeta iraqî re tawanbar dike. Şamo dibêje: “Lê tişta ku cihê dilxweşiyê ye ti kesek ji kurdên êzîdî naxwaze bibe Heşda Şeibî, lewma karê wan ser nagire û cihê wan li vir tune ye, ji ber ku rastî ji me re derket, ku tenê Hêzên Pêşmerge piştevan û parêzerên me ne.”

Şamo rasterast daxwaza xwe ji bo PKK wiha tîne ziman: “Vêga em daxwaz ji wan dikin zû ji Şingalê derkevin, beriya ku em bera wan din.”

Hêzên PKK piştî 03.08.2014 hatin Şingalê. Bi hatina Dewleta Îslamî hêzên Pêşmerge ji Şingalê vekişiya bûn û bi vî awayî rê ji bo jênosîd kirina êzîdiyan vekirin. Bi hezaran êzîdî hatin kuştin, bi hezaran keç û jin hatin girtin û heta niha wek „carîye“ tên tecawiz kirin. Hêzên PKK rojên piştî 03.08.2014 dorpêça çiyayê Şingalê ji aliyê Dewleta Îslamî şkênandin û korîdorek vekirin ji bo rizgarkirina bi hezaran êzîdî.

PKK herwiha bi mehan li Şingalê dijî Dewleta Îslamî şer kir. Ji ber vê jî niha xelkek ji Şingalê heye ku piştgirya PKKê dikin.

@ÊzîdîPress, 30.11.2015