Mr.LeeBeisetzungEP
Şervanên Hêza Parastina Êzîdxanê li rêûrisma veşartina Mr. Lee

Şingal. “Eger ez bimrim ez dixwazim li nav êzîdiyan li axa wan a pîroz werim veşartin”, – ev wesiyeta alîkarê xwebexş û mamosteyê emerîkî Leland Stanfort Scott bû, ku herwiha bi navê Mr. Lee hatibû naskirin. Mr. Lee yê 67-salî ji ber dilê wî sekinî wefat kir.

Mr. Lee di kampa penaberên êzîdiyan de dixebitî, kursên zimanê înglîzî dida êzîdiyan û di navendekî tendurustiyê de wek alîkar xizmet dikir. Piştî wefata wî malbatî wî wesiyeta wî yê dawî gihandî êzîdiyan li gorî vê ewî dixwest li Mezargeha Şerfedîn were veşartin.

Şervanên Hêza Parastina Êzîdxan wêneyên Mr. Lee bilind dikin
Şervanên Hêza Parastina Êzîdxan wêneyên Mr. Lee bilind dikin

Tevî ku li wê devera ji bo êzîdyan pîroz tenê êzîdî tên veşartin, êzîdiyan rasterast bi yekdilî ve daxwaza wî qebûl kirin. Mr. Lee yekemîn kesê biyanî di dîroka êzîdiyan e ku li ber Quba Şerfedîn tê veşartin. Şerfedîn di dîn û dîroka êzîdiyan de sembola berxwedanê yê herî mezin e. Di rêûrisma veşartina Mr. Lee bi sedan êzîdî, di nav de şervanên Hêza Parastina Êzîdxanê, beşdar bûne. Şervan û fermandeyên êzîdî cenazeyên Mr. Lee di rakirin. Gelek nûnerên mediya jî hazir bûn.

©ÊzîdîPress, 22.07.2016