Cinar Saad Abdullah

Hewlêr. Wezîra berê a karûbarên şehîda û Anfalê û sosiyologa kurd, Cinar Saad Abdallah (PDK), di hevpeyvînekî tevî Rûdaw li ser bûyerên êzîdiyên Şingalê axivî. Gotinên wê di nav toreyên înternetê de rastî nerazîbûnek mezin bi taybetî di nav êzîdiyan de hat.

Li gor wê nûçeyê, Cinar Saas Abdallah gotiyê ku “di paşerojê de civaka êzîdî jinan dikuştin ji ber têkilîyên hezkirinê li derveyî civaka xwe, lê niha ew rastiya tehl ku DAEŞ li ser serê wan aniye, û mezinbûna hejmar ya jinên revandî, wê civakê mecbûr kirine ku wan jinan di nav civaka xwe de qebûl bikin û bi awayekî din li wan binêrin.

Cinar Saad Abdallah wiha berdwam kir: “Berê, gava ku jinek ji yekî derveyî dînê wan hezbikira dihat kuştin. Lê niha, ewqas jin hatin tecawizkirin ku civaka wan êdî wisa hêsan nikare wan hemuyan qebûl neke. Niha wek qurbanî li wan dinêrin û kesek hewl nade wan bikuje. Ev guhertineke sereke ye, ku ev civak hewl dide nirxên xwe yên berê berdin”.

Cinar Saad Abdallah weke sosiyologek (civaknasek) kurd herwiha got ku berî hatina DAEŞ, li cem êzîdyan nirxên nimuhafezekar (konservatîv) hebûne ku nedihiştin jinên wan pêşde biçin, lê DAEŞ wan mecbûrî guhertinê kir. Abdallah wek mînak Nadia Mûrad da û got: “Li Nadia mêzekin, eger ev tawan li ser serê wê nehatiba, kê yê wê nas bikira? Me yê tucaran wê nas nekiriba, herwiha gelek Nadia yên din”.

Li pêy van gotinên Abdallah, hejmarek mezin ji êzîdiyan û kesên din di toreyên înternetê de nerazîbûnek pir mezin nîşan dane û rexne kirine.

©ÊzîdîPress, 21.06.2016