Pîrozbahiya vekirina sêwixanê tevî Dr. Gerhard Noeske (li ortê)

Şêxan. Bi înîsiyatîfa Civaka Mesîhî û Êzîdiyan (Christlich-Ezidische Gesellschaft, CEG) ya ji Almanya, li Şêxan yekemîn sêwîxana zarokên êzîdî hate vekirin. Di 29. Gulanê de sêwixane bi beşdariya mediya, nûnerên bajarê Duhokê û nûnerên êzîdyan weke Bavê Şêx û Pêşîmam Nûman hate vekirin. Navê sêwîxanê “Hêlîna Sêwiya” hate danîn.

Ev sêwixane tenê ji aliyê êzîdiyên xêrxwaz hate plankirin, fînanskirin û çêkirin. Li pîrozbahyia vekirina sêwîxanê de, şandeyek ji Almanya ku ji endamên Mala Êzîdiya Hessen û CEG pêkhat, beşdar bûn. Rêxistina “The Ain Sifni Charitable Association” ku wê rêvabiriya sêwixanê bike, bi CEG re peyamek îmze kir ku bi hevre bixebitin.

Niha 22 zarokên sêwî di sêwixanê de ne. Şükrü Boga ji Mala Êzîdiya Hessen ji ÊzîdîPress re dibêje “Em dixwazin wan wek êzîdiyên serbilind perwerde bikin ku her derfetê bibînin ji vî halê xwe yê niha bi qewetir derbikevin”.

Di pilankirin û avakirina sêwîxanê gelek astengî hatibûn çêkirin. Serokê CEG Dr. Irfan Ortac û cîgirê wî Dr. Gerhard Noeske gelek caran hevdîtin bi siyasetmedarên wê derê çêkiribûn, lê piştî Dr. Irfan Ortac tevî cîgirê serokê Partiya Sosiyaldemokrata Almanya (SPD) Thorsten Schäfer-Gümbel çû Iraqê, projeya sêwîxanê pêjde çû û di sibata 2016 bi fermî destûra avakirina hate dayîn.

Konto ji bo alîkariyê:
Chrsitlich-Ezidische Gesellschaft
Sparkasse Gießen
IBAN: DE63 5135 0025 0205020232
BIC-/SWIFT-Code: SKGIDE5FXXX
Ji bo: Waisenhaus (sêwîxane)

©ÊzîdîPress, 01.06.2016